Serokê Amerîkî Barack Obama dibêjitin divêt hemû gilî û gazindên kevn bêne jibîr kirin û wî soz da daxwaza destpêkeka nû ya peywendîyan digel Kuba biketin û dostanîya nû li seranserî wê herêmê.
Serok Obama ev têbînî dan duhî eynî li vekirina kombûna bilinda 50 ya herdu kêşwerên Amerîka li Trinidad û Tobago. Wî got jî welatên Amerîka berpirsyarî heye gelên xwe bibînin şiyana cêbicê kirina xewnên civakên demokratîk hebitin.
Birêz Obama got jî, Welatên Yekgirtîyên Amerîka hîvî diketin hikumeta Kuba pişikdarî çend pirsan bibitin, bigre ji mafên mirovan heta penaxwazî û aborîyê jî.
Birêz Obama asteng li pêş hatin û çûna Kuba hilanîne û herwisa hinartina diravî ji alî Amerîkîyên bi esil Kubayî ve. Belê toleyên 47 salî yên Amerîka li ser bazirganîyê hêjta mane.
Herwisa serokên herdu welatên Amerîkî Barack Obama û yê Venezuela Hugo Chavez destên xwe dan hevûdû. Hikumeta Venezuella duhî eynî wêneyên nîşan dane dema serok Chavez rexnegirê mezinê Amerîka bi girnijîn destê xwe didete destê serokê Amerîkî.