Parêzer û siyasetvanê Kurd Sabahattîn Korkmaz di hevpeyvîneke digel hevkar Kawa Kurmanc de ji Pişka Kurdîya Dengê Amerîka re behsa kiryara girtina 52 endamên Partîya Komeleya Demokratîk anku DTP kir.
Birêz Korkmaz dibeje di vê demê de ku proseya dadgeh kirina van kesan hîn li destpêkê ye her tiştên ku têne gotin dê tenê bibine spekulasyon. Lê dibêje tê gotin ku ev operasyon berî vê bi du salan destpêkirîye û mumkin e ku ev operasyon hinek din jî firehtir bibe.
Wî herwisa behsa anekdotekê kir ku şikra grupeke avokat û parlementeran bi serdozgerê dadgeha Diyarbekir re hevdîtinekê pêk anîye û ku ewî ji wan re gotîye "Em DTPê ji PKKê xilas dikin, ev operasyon ne operasyoneke li dijî DTPê ye lê li operasyoneke ku DTP ji bandora PKKê rizgar bike ye. "
Gelî guhdaran heke hûn bixwazin guh bidine dirêjahîya vê hevpeyvînê ji kerema xwe re îro li ser rûpela malpera me ya li destê çêpê bi navê Audioyên Kurdî guh bidine bernama 1ê nîvê şevê dinav Nûçeyên Rojane de.