Karbidestên Amerîkî dibêjin rêberên pişikdar li kombûna lutkeyî ya kîşwerên Amerîkî bahsê rêkên bihêz kirina aborîyê û berdewamîdan bi bazirganîyê û bersîng girtina zêdebûna rêjeya hejarîyê jiber qeyrana diravîya cîhanî kirin.
Şîretvanê aborîyê herî bilindê serokê Amerîkî Barack Obama Lawrence Summersî got ku rêberên kombûyî li welatê Trinidad û Tobogo mezinatîya kêşa aborîyê û metirsîya aborîya wê li ser civatên wan dizanin.
Jimareka rêberên Amerîka Latîn, Welatên Yekgirtîyên Amerîka berpirsyar dikin beramber qeyrana diravî. Belê Summers got rêberên nûke li şûna alîyekî berpirsyar bikin pitir girîngîyê bi vedîtina rêgeyên çareyên bi eger didin û pirsa Kubayê jî balê kişande ser wê kombûnê.
Serokê Venezuella Hugo Chavez û rêberên dî dawa li serok Obama diken gemaroya bazirganîya Amerîka li dijî Kuba hilweşînît.
Serok Obama dibêjît wî divêt têkelîyên nêvbera Amerîka û Kuba gorankarîyê bi xwu ve bînin belê herwiha divêt ku rêformên demokratîk li Kubayê bêne kirin.
Hejîyê gotinê ye ku rêk bi Kubayê natibûye dan ku pişikdarîyê di wê kombûnê de biket.