Seraya Sipî ragihand ku serokê Amerîkî Barack Obama zor pênexwoş bûye ku Îran hukmê zindanîyê bi ser rojnamevaneka Amerîkî ya bi nijad Îranî daye bi tometa sîxurî kirinê.
Hukmê heyşt salên zindanîyê li dijî Roksana Saberî hate dan bi tometa sîxurî kirinê bo Amerîkayê.
Xanim Saberî ya temen 31 salî li Îranê jibo gelek dezgehên ragihandinê kar kirîye. Îsal li meha yek bi egera ku destûrnameya kar kirina li Îranê pêre nebûye hatibû girtin.