Raportêt dengûbasan ji Turkya radgehînin ko polîsa bi kêmîve 34 kes girtin bi gomana peywendîyê digel tora tirorê ya Al Qaida.
Ajansa peyamêt Anatolya û torêt telefzyona Turky dibêjin polîsa hêriş kire ser hewangehêt Al Qaida yêt bergoman evro li parêzgehêt Sanliurfa û Gaziantep li rojhelata welatî.
Tondrêyêt Islamî berî noke hêrêşêt tirorê kirîne li wî welatê piranî muslman. Li sala 2003 milîtanêt Al Qaida pitir ji 60 kesa koştin û bi sedan kesêt dî birîndar kirin li jimareka peqînan li seranserî Istanbulê.