Amerîka daxwaz ji leşkerê Sri Lanka û serhildayên Plingên Tamil diket ku xwe dûrre bigrin ji cawazîyên nedanan li teqe kirinê dinav herêma bê şer de li cihê ku bi dehan hezar kesêt sivîl têda asê bûyîne.
Peyivdarê Wezareta Derveya Amerîka Robert Gates dibêjit gelek raportên cihê bawerîyê hene sebaret bilindbûna hejmara kuştîyan dinav xelkê sivîl de.
Ew herwisa dibêjit hinek caran bûye ku serhildawan teqe li xelkê sivîl kirine li demekê da ku wan bizav kirine ku xwe ji herêma şerî derbaz bikin.