Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Temenê rornamevanîya Kurdî bû 111 salî


Roja çarşembî, 22-ê Nîsanê, 111 salyada rojnamegerîya Kurdî ye ku bi yekem jimara rojnama "Kurdistan" dest pê dibe ya ku li Qahîre ji alî malbata Bedirxanîya ve hate derkirin. Pişka Kurdîya Dengê Amerîka bi çendîn hevpeyvîn bala guhdaran dikşîne ser vê babetê.

Di dor wê çendê û sebaret rewşa rojnamegerîya Kurdî li Herêma Kurdistana IraqêMerîwan Nurya Qaniq, rojnamevan û nivîskarê bingeh li Hollandê dinav hevpeyvînekê de ku hevkar Belên Salih pêk anîye bo Pişka Kurdîya Dengê Amerîka axiftîye. Rêzdar Merîwan balê dikşîne ser cûdahîyên li navbera hizban û bandora wê li ser rojnamevanîya Kurdî herwisa pêşketina rojnamevanîya elektronîk. Rojnamevan Qaniq dibêje yek ji rolên rojnamevanîya Kurdî ew bûye ku nehêle nakokî bigihîjine asta mezintir.

Rojnamevan Sîrwan Qiçu, runiştevanê wilayeta Virginia li Amerîka weku şarezayek di bare rojnamenivîsa Kurdî li Surî babetê ji hevkar Kawa Kurmanc re nirxand. Rêzdar Qiçu behsa tesîra malbata Bedirxanî, kovarên Hewar û Roja Nû û belav kirina alfaba Latînî kir. Sirwan Qiçu dibêje rêbazên hikumeta Surî li dijî bizava Kurdan û partîzanîya li navbera Kurdan tesirek negativ heye li ser rojnamevanîya Kurdî.

Her li ser vê babetê Rehîm Reşîdî endamê Federasyona Navnetewîya Rojnamevanan sebaret rewşa rojnamegerîya Kurdî li Kurdistana Îranê axift. Birêz Reşîdî dibêje jiber ku Kurd li Îranê xwedî mafên siyasî û sivîl nînin linav civatê bi mana azadîya rojnamevanîyê azadîya ragihandin û rojnamevanî nîne. Herçende dibêje mirov nikare behsa azadîyê bike jî, rojnamevanîya Kurdî xizmetek herî berçav kirîye ku zimanê Kurdî û nivîsîna bi zimanê Kurdî bipêşve xistîye.

Li salvegera rojnamegerîya Kurdî, Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka jimareka raportan amade kirîne:

- Hevkar Ehmed Barzanî hevpeyvîneka kirî digel rojnamevan Seîd Veroj li Diyarbekirê.
- Hevkar Kawe Kirmanc hevpeyvîneka kirî digel Sîrwan Quço li Virginia.
- Hevkar Belên Salih hevpeyvîneka kirî digel Merîwan Wirya Qanî’.
- Peyamnêr Omer Ferhadî li Hewlêrê raportek amade kirye.
- Peyamnêr Selam Balayî li Kerkukê raportek amade kirye.

Faylên rexê rastê vê perê kilik bike.




XS
SM
MD
LG