Wezîrê Saxlemîya Meksîk Jose Angel Cordova şeva şembî got ku sê kesên dî bi vîrusa H1N1 mirîne û bi vê jimara mirîya gehîştîye 19 kesan. Wî got 454 kesên dî tûşî wê vîrusê bûyîne.
Herwisa roja şembî wezîrî û karbidestekî bilindê Amerîka geşbînîya xwe ragihand ku belave bûna vîrusa Înfluenzeya Beraza sist bûye herçende sê welatêt dî belave bûna nexwoşîya Înfluenza piştrast kirin.
Karbidestên Navenda Amerîkî bo Kontrol kirina Nexwoşîyan (CDC) dibêjin ku yek li ser sê 160 haletên wê nexwoşîyê li Amerîkayê li Meksîkê bûne. Heta niha bitenê yek kes li Amerîkayê bi wê nexwoşîyê mirîye.
Serokê Amerîkî Barack Obama û serokê Meksîk Felipe Calderon roja şembî bo demê 20 xoleka bi telefonê axiftin bo bahs kirina rêkên bersîng girtina wê nexwoşîyê.
Îrlanda, Îtalya û Costa Rica bo cara yekê belave bûna wê nexwoşîyê piştrast kirin.