Hikometa Iraqê dibêjit, mûleta vekêşana hêzêt Amerîkî ji bajêrêt Iraqê kû heta 30 heyva şeşe nahête dirêj kirin.
Elî Debbax Peyvdarekê Hikometa Iraqê evro got, hukometa Iraqê dê pêgirtinê bi wê moletê ket li dîv rêkeftina parastinê navbera Amerîka û Iraqê.
Piştî zêdegavyêt zêdeboyn vê domahîyê hestek hebo ka herê hêzêt Iraqê dê şên tenahya bajêra parêzin an ne. Qomandarêt Amerîkî hizir dikir ka herê dê pêtvî bit hêzêt xwe li bajêrê Mosil pêlin li bakura Iraqê piştî mûleta diyar kirî li 30 meha şeş an ne.