Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keşmûle: Li Îraqê çê nabe aliyek tenê hukimê bike


Fermandarê berê yê Musilê Dureyd Keşmûle dibêje li Îraqê çê nabe aliyeka siyasî tenê hukimê bike.

Di hevpeyvînekê de digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, birêz Keşmûle basê dawîtirîn girjî û aloziyên nêvbera pêkhatin siyasî yên Musilê kir.

Lîsta El-Hedba piraniya denga li helbijartina parêzgehên Îraqê li meha yek wergirt û postên serekî yên parêzgehê biser endamên wê lîstê hatin dabeş kirin. Ev pêngava El-Hedba bu egera nerazî bûna lîsta Birayetî ya ser bi Kurdan.

Birêz Keşmûle dibêje tewafiq an rêkeftin her weke helbijartinan yeke ji binemayên serekî li Îraqê û çê nabe aliyeka siyasî li Musilê, an Hewlêrê, an her parêzgeheka dî tenê hukimê bike.

Bo guhdarî kirina hevpeyvîna digel birêz Keşmûle, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG