Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikumeta Amerîka dibêje 10 bankên welatî pêdivî bi 75 milyar dolarên zêdetir heye

Karbidestên aborîya Amerîkî dibêjin 10 bankên bi navûdeng yên welatî divê jimara 75 milyar dolaran zêdetir bike da harîkarîya wan bike heger hat û rewşa aborî li paşerojê girift bûn.

Wezîrê Diravîyê Amerîka Timothy Geithner li duhî pêncşemê got ku benk divê bawerîya xelkê vegerîne.

Banka bi navê Bank Of America divê 34 milyar dolarî bidestve bîne di demekê de ku banka Wells Fargo pêdivî bi 13.7 milyar dolarî heye û banka Citygroup divê 5.5 milyar dolarî bi destve bîne.

Ew pere reng e ji jêderên taybet bên. Rêveberîya Obama dibêjit ew wextê munasabetê ye ku ji Kongresê bixwazin bo plana perê zêdetir.


XS
SM
MD
LG