Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama sizayêt li dijberî Surîyê carek din nûjen kirin

Serokê Amerîka Barack Obama sizayêt li dijberî Surîyê carek din nûjen kirin jiber ku ew welat hêjta gefê li Amerîka diket serray bizavêt bo çêkirina peywendîyan ku têne kirin.

Roja eynî dinav nameyekê de bo kongresê birêz Obama Surîye tometbar kir bi piştevanî kirina li terorîzmê, dinedana çekêt navbirina bi kom û herwisa programêt muşekî û zerargihandin bi bizavêt Amerîka û yên navnetewî ku jibo seqamgirîkirina Iraqê têne kirin.

Amerîka Demeşqê tometbar diket ew piştgirîya grupên milîtanên Hamas û Hizbullah diket. Peyivdarê Wezareta Derveya Amerîka Robert Wood roja eynî got Surîye pêdivîye pêngavêt tam bo pêşdebirina pêywendîyan ji alîyê hikumeta Surîyê ve bêne dîtin.


XS
SM
MD
LG