Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîkî çekdarên Talîbanê berpirsyar dike beramberî kuştina xelkê sivîl


Leşkerê Amerîkî çekdarên Talîbanê berpirsyar dike beramberî kujrana jimareka xelkên sivîl li demê şerr û lêkdanên demdirêj ku têda leşkerê Amerîkî hêza asmanî bikar îna.

Karbidest li herêma Ferah li rojavaya Afganistanê got ku hêrîşên asmanîyên Amerîkî bo ser du gundan rojên duşembî û sêşembî 142 kes hatin kuştin ku zorîna wan hevwelatîyên sivil bûn.

Roja şembi leşkerê Amerîkî û hikumeta Afganî piştrast kirin ku jimareka xelkên sivîl hatine kuştin belê jimara dirusta wan nehatîye piştrast kirin jiber ku termên qurbanîyan hatibûn veşartin, demê lêvekol gehêştine wan du gundan.

Karbidestekî leşkerê Amerîkî got li du vekolînan we xuya bûye ku çekdarên Talîbanê gundî neçar kiribûn ku biçine wan deverên ku têda çekdar hêrîşê dikine ser hêzên Amerîkî û Afganî.

Serokê Afganistanê Hamîd Karzaî got zorîna qurbanîyên sivîl ji layê leşkerê Amerîkî ve hatine kuştin û dawa bi dawî înana hêrîşên asmanîyên Amerîkî kir.


XS
SM
MD
LG