Hikumeta
Sri Lanka dibêje hemu xelkê sivîl ji devera şerr li bakûra welatî revîyane cihê
ku hêzên wê li dij xirabkarên Tamîl şer kirine.
Serokê Sri Lanka Mahinda Rajapaksa dibêje leşker zora serhildayan birîye paş
şerrekî 25 salan.
Karbidest dibêjin roja yekşembîyê nêzî 50 hezar xelkê sivîlê ku li devera li
bin kontrola serhildayan asê mabûn ji roja pêncşembîyê heta niha ji wir
revîyane.
Leşkerê Sri Lanka herwisa dibêje hêzên wê bi kêmîve 70
serhildayan kuştine dema ku wan xwestîye dinav goleke biçûk de bi çendîn bot û
qeyîkan ji devera şerrî birevin.
Piştrast kirina vê agahîyê ne mumkine bête kirin jiber ku
çavdêrên bê alî hatine berbend kirin ji devera şerrî. Serhildayan jî tu agahî di derbarê wê de
ranegehandine.
Malpereke înternetê ya ser bi serhildayan ya bi navê TamilNet
roja yekşembîyê got ku hêzên hikumetê devera şerrî topbaran kirîy û jiber vê
yekê jî gelek kes hatine kuştin.