Breaking News

Andrew Apostolou sebaret bijarêt çareser kirina doza Kurdî li Turkîye axift

Dinav hevpeyvînekê da Andrew Apostolou, şirovekarê siyasî li Bingehê jibo Berevanî kirin li Demokrasîyê, tevî hevkar Belên Salih sebaret bijarêt çareser kirina doza Kurdî li Turkîye jibo Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka axiftîye.

Rêzdar Apostolou dibêje"Bi vê şeweya kar kirina Turkîye em dibînin ku pêwîst e pêşbînîya guhorîneke peyderpê bikin û girîngtirîn tiştek jî heye ku ew proseya guhorînê hengav bi hengavane ye herwisa proseya demokrasî kirin jî pêre ye."

Şîrovekarê siyasî dibêje vekirina kanaleke bi zimanê Kurdî serkeftineke mezin bû belê ev hengav ne mafek siyasî bû bo Kurdan û hêjta jî nehatine ser meseleya sext.

Dibêje lazime hikumet dest bi peyivina digel DTP yanî partîya qanunîya Kurdî bike da ku mesaja gringîya demokrasîyê bête ragihandin wek ku kesên ku bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin ew kesin ku divêt bi wan re bê peyivîn.

Ji alîyek dinve rêzdar Apostolou dibêje xala sêyem li layan Kurdan e û dibêje divê PKK dev ji şerr berde û ev yek bêy çendûçûn gelek girîng e jiber ku ev şerr jibo Kurdên Turkîye xirab e û jibo Kurdên Iraqê xirab e û herwiha bi tu şêweyê bi şerr ew serkeftî nabe.

Gelî guhdarên hêja heke hûn bixwazin guh bidine dirêjahîya raporta ku li ser bingehê hevpeyvînê hatîye amade kirin ji kerema xwe re li ser rûpela Audioyên Kurdî îro guh bidine bernama 1ê nîvê şevê linav Nûçeyên Rojane.



XS
SM
MD
LG