Nakokîyek linavbera hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê û ya navendîya Iraqê de heye sebaret kontraktên pîşesazîya niftê linavbera Herêma Kurdistanê û şirketen biyanî de. Belê li vê dawîyê hikumeta Herêmê ragihand ku îsal li yekê meha şeş ew dê dest bi firotina petrolê bike.
Wezîrê Samanêt Giştî yê Herêma Kurdistana Iraqê dinav hevpeyvînekê de digel hevkar Belên Salih bahsê kêşe û alozîyên petrola Iraqê kir.
Rêzdar Hawramî pêşî behsa kalîteya nifta Kurdistanê kir ka çiqasî li hember nifta Kerkukê siviktir e û jiber wê jî wî ew îddîayên wek ku nifta navçeyên Kurdistanê pîs e û ji lule derbaz nabe înkar kir.
Dr. Hawramî dibêje firotina niftê ji Herêma Kurdistanê jibo berjewendîya hemu Iraqîyan e û ev bizav li dû destûr û qanûnên Iraqê ye.
Gelî guhdaran heke hûn bixwazin li dirêjahîya vê raportê guhdarî bikin ji kerema xwe re îro li ser rûpela me ya Audioyên Kurdî guh bidine bernama 1ê nîvê şevê linav Nûçeyên Rojane.