Senata Amerîkî biryara 91.3 milyar dolar bo xerc kirina kiryarên leşkerî li Afganistan û Iraqê derbaz kir. Belê berdest kirina pera bo girtina navenda li Guantanamo red kir.
Senatoran ew pîvan li duhî pêncşemê derbaz kir digel 86 denga beramber sê dengan.
Pişkek ji wan pera dê jibo zêde kirina pilleya serbazan li Afganistanê be belê red kirina harîkarîya danê bo girtina navenda li Guantanamo çêdibe bibe sebeba hindê u jêknegirtin digel serokî, yê ku soza girtina bingehê navendê li Guantanamo heta destpêka sala bê dayî.