Alîkarekî bilindê serokê berê yê Koreya Başûr Roh Moo-hyun dibêje xuyaye ku wî xwe kuştîye.
Moon Jae-in ji peyamhinêran re got berî ku rêzdar Roh hilkişe çîyayê nêzî mala xwe û xwe jê bavêje, peyamek li ser xwekuştina xwe nivîsandîye.
Polîs dibêje rêzdar Roh jiber brîneke giran di serê wî de mirîye piştî ku wan ew ji gundê wî ye bi navê Gimhae berev bi nexweşxana li Busan birine li başura welatî.
Karbidest dibêjin ew vekolînê li ser egerên mirina wî dikin.
Rêzdar Roh 63 salî bû û ji sala 2003 heta sala 2008 wek serok kar kiribû û jiber karê xweyî dijî gendelî û nerêkîyê hatibû hilbijartin.
Di destpêka vê mehê de lêpirsîn lê hatibû kirin bi sebeba ku şikra wî zêdeyî 6 milyon dolaran wek bertîl wergirtîye ji kardarekî mezin dema ku wek serok kar dikir. Wî qebûl kir ku jina wî hindek pareyan weke qerz wergirtîye da ku deynên xwe bidin û berî ku wê ev pare wergirtine wî hay ji vê yekê nebûye.
Rêzdar Roh wek parêzerekî mafên mirovan gihîşte qonaxa kesayetîyek girîng û li dema desthilata leşkerîya Koreya Başûr li salên 1980an, xwendekarên ku bi xiyanetê dihatine gunehbaran kirin parastîye.
Rêzdar Roh biçûktirîn kurê maleke gundî bû ji başûra rojhilata welatî. Piştî xwendina navendî wî tu xwendineke fermî xelas nekiribû belê xwe bi xwe hînî xwendina qanun kiribû.