Saman Rasulpur rojnamevan û parêzerê mafên mirovan di hevpeyvînekê de digel Pişka Kurdîya Dengê Amerîka li ser babeteke mafên mirovan, rewşa zindanîyên Kurd li zindanên Îranê axift.
Bi sedan zindanîyên Kurd bi tomet û îddîanameyên wek ku wan asayîş û tenahîya hêzên Îranê xistine bin metirsîyê û pêywendî bi hizbên Kurdî re hebûne hatine girtin û bi taybetî Îran ev zindanîyên Kurd dişîne zindanên ji deverên Kurdistanê gelek dûr weku yên li başûr.
Gelî guhdaran heke hûn bixwazin li dirêjahîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin ji kerema xwe re li destê rastê nivîsa ku dibêje "Guh bidine hevpeyvîna bi Saman Rasulpur re" bitiqînin.