Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yonhap: Koreya Bakur du muşekên dî taqî kirin


Ajansa nûçeyên Koreya Başur ragehand ku Koreya Bakur du muşekên mewda-kurt taqî kirin, piştî civaka nêvneteweyî taqî kirina navokî ya roja duşembî mehkum kir.

Ajansa Yonhap li ser zimanê jêderên hikûmetê ragehand ku ew muşek li kinara rojhelata welatî hatin ceribandin.

Herweha Koreya Bakur roja duşembî sê muşek taqî kirin demekê kurt piştî taqî kirina navokî ya jêr erdî.

Hêvariya roja duşembî Civata Tenahî ya 15-endamiya Netewên Yekgirtî bi têkra dengan taqî kirina navokî ya Koreya Bakur mehkum kir.

XS
SM
MD
LG