Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sri Lanka derfeta dubare jîyan kirinê bo piranîya pilingên Tamil berdest diket


Roja sêşembîye leşkerê Sri Lanka da zanîn pitirî neh hezar serhildayên pilingên Tamil ji alîyê karbidestan ve keftîne jêr lêpirsînê û dê piranîya wan dubare bêne akincî kirin.

Ajansa dengubahsên Reuters ji peyivdarê leşkerî Udaya Nanayakara veguhast dibêjît nêzîkî 2000 serhilda ku bixwe dan bi kiryarêt xwe danîne dê bêne dadgehî kirin û prosa avartin û dubare akincî kirina serhildawan pêşwextî destpêkirîye.

Hejîyî gotinê ye ku heftîyekê berî niha Sri Lanka serkeftina xwe bi ser Pilingêt AzadîyaTamîl ragihand piştî ku rêberîya Pilingêt Tamîl ramalîn.


XS
SM
MD
LG