Parlamana nû hilbijartîya Hindistanê tête çaverê kirin ku îro çarşembîyê bo yekem car di dîroka xwe de yekem seroka jin jibo parlamanê hilbijêrît.
Mêra Komar ya ku endamek civata Dalît e û jibo cara pêncê ye bi nuneratîya wilayeta Bîhar diçe parlamanê ku wilayeteke nedar e li rojhilata welatî.
Ew ji alîyê partîya desthilatdara Kongresê ve jibo serokatîya parlamanê hatîye nav lê kirin lê weku kandîdayek yek deng hatîye diyar kirin ya ku piştevanîya partîya opozisyona sereke Baharate Canata û herwiha grupên din jî li pişte.
Şîrovekarên siyasî dibêjin berbijar kirina Komar jibo serokatîya parlamanê dê di gelek waran de di berjewendîya Partîya Kongresê da bit.