Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nunerê Amerîkî John Shadegg seredana Obama bo cîhana Musilman nirxand


Ciwan kirina wêneyê Amerîka li cîhanê bi taybetî li cîhana Musilman û Ereban li bîra her kesekî tê dema hizra seredana serokê Amerîkî Barack Obama tête kirin û gotara wî ewa ew arasteyî cîhana Musilmanan diketin ji Qahîreya paytextê Misrê.

Endamê Kongresê Amerîkî yê Komarî ji wilayeta Arizona John Shadegg di hevpeyvîna digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka da dibêjitin ew bawer diketin wêneyê Amerîka û pêywendîyên Amerîka yên baş digel cîhanê bi gotarekê nayê guhertin.

Jibo Misrê ku cihê gotarê ye birêz Shadegg dibêje "Ez bawer dikim Misir cihek rast e bo gotareke bi vî rengî. Welatekî Musilmanî weke Misrê ku welatê jimareka mezina Musilmana ye, welatekî vekirîye, bawerî bi hevhatine heye, pitir ji her alîyekî dî, sebaret bi rêbazên hemberî Îsraîlê. Lewma ez hîvî dikim serok hevsengîyê ragirtin û seredan Îsraîlê jî biketin."

Belê gelek Amerîkî di hikumetê da û li derveyê hikumetê jî bawer dikin Misr welatekî ne demokrasîye û hilbijartina Misrê ziyane digehînîte buhayên Amerîka bawerî pê heyî. Birêz John Shadegg dibêje herçende dibe ku mirov bêjetin ev welat ne demokrasîyeke ku bi şêweya em dixwazin ew bibînin jî, dîsan cihek baş e bo wê gotarê û divê Amerîka piştevanîya demokrasîyê û nirxên wê li Rojhilata Navîn biketin.

Li ser gumana ku cîhana Ereb û Misilman di wê bawerîyê de ne ku Amerîka digel Îslamê di şerrî deye rêzdar Shadegg dibêje yên radîkal û terorîst yên weku El Qaîde û Taliban di wê bawerîyê de ne belê piranîya Musilmanan ez bawer nakim ku di vê bawerîyê de bin.

Babetek din jî ku me jê pirsî ka gelo ew çi difikre li ser dîtina gel bo seredanên wî yên bo welatên ne demokratîk yên wek Misr û Erebistana Saudî û ku dê gel bêje ew piştevanîya rejma diketin ne a gel, birêz Shadegg dibêje:

"Ez bawer dikim divêt ew rohn biketin ku ew pişta gelan digritin, divê ew rohn biketin ku piştevanîyê li cudabîran diketin ku hatine tengav kirin li hinek welatên Musilmana. Ew piştevnîye li hêzên demokratxwaz diketin. Ew wisa hizr bikin ku serokê Amerîkî pişta rejîma digritin, eve dê xeter bit li ser Amerîka. Ez hîvî dikim serok rohn biketin ku em piştevanîyê li rejîmên zordar nakîn."

Gelî guhdaran heke hûn bixwazin li dirêjahîya vê raporta ku hevkar Dexilê Şemo li ser bingeha hevpeyvîna xwe amade kirîye guhdarî bikin ji kerema xwe re îro li bernama 1ê nîvê şeve guhdarî bikin li ser rûpela me ya Audioyên Kurdî linav Nûçeyên Rojane.


XS
SM
MD
LG