Hillary Clinton dibêjît Amerîka bi awayek bihêz piştgirîya bizavên Turkîyê diket bo asayî kirina pêywendîyên xwe tevî Ermenistanê ku jibo dehan salane nexweş bûne.
Clinton roja eynî jibo rojnamevanan axift piştî li Washingtonê tevî Wezîrê Derveyê Turkîyê Ahmet Davutoglu kom bûyî.
Wê da zanîn Amerîka bi başî haydar e ku asayî kirina pêywendîyên Turkîyê û Ermenistanê zehmet e lê belê wê got li ser herdu welatan dimînît wê derfeta baş bibînin ku bizavêt wan yêt aştvebûnê çediket.