Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Houston li ser pêşveçûnên aborî û nifta Iraqê konferansek hate kirin


Dinav muddehê pênc salên buhurî da Iraq meydana tundûtûjîyê bûye, lêbelê rewşa wê ya aborî ligel rewşa wê ya parastinê bipêşda çûye.

Gêla wê pêşveçûna Iraqê jêderêt wê yên berfirehên petrolê û gazê ne. Dinav Kombûna Bilinda Nift û Gaza vê dawîyê li Houston birêve çû, kompanyayêt karûbarêt petrolê yên navnetewî ligel pişikdarên ji Iraqê kom bûn bi merema hindê ku pêywendîyêt avaker çêbin.

Yek ji pêşveçûnêt herî berçavêt wî warî rêkeftina vê dawîyê ye u rêke didet petrola nû berhem hatî li meydanên petrolê yên Kurdistanê birêka aborîyêt petrola niştimanîya Iraqê ve berev derve ve bête hinartin.

Qubat Talabanî nunerê Hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê li Amerîka dibêjît:

"Du li ew serçawane ke peryan pê dirawe êsta newt berhem diêynîn, lule newteke pêywendî bi lulekanî seranserîw heye û le yekî em mange destî be hinardinî 60 hezar boşke kirduw ke paşan heta her rojey 100 hezar boşka perey pê dedrêy."

Miştûmira navbera Iraqîyên Ereb û Kurdan gelek caran kardarîyêt li Iraqê bi zehmet û aloz êxistîye. Wezîrê Petrola welatî dibêjît rêkeftinek linavbera hikumeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên derve bo berhem anîna petrolê li meydanêt nû ne qanunî ye.

Wezîrê petrola Iraqê yê berê Îbrahîm El Ullum gote rojnamevanan ku ev kêşeya siyasî nabe xelkê Iraqê li pêşveçûnê bêpar biket.

Dema sebaret Wezîrê niha yê Petrola Iraqê lê hate pirsîn, bi pêkenînê got "Kamera li vêderê hene!"û çi bahs nekir.

Hejîyî gotinê ye ku giriftên siyasî Iraqê ji pêşdaçûnê paşda radigrin û weku xuya nahêne çareser kirin heta piştî hilbijartinan ku biryar e sala bihêt zû birêve biçin.





XS
SM
MD
LG