Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê li oteleke buhagiran êrîşeke xwekuj qewimî


Bi kêmîve 12 kes hatin kuştin û 70 kesên din jî birîndar bûn dema ku lorî anku qamyoneke bombebarkirî li nêzî hotela Pearl Continental hate peqandin li Peşawar, paytextê deverên sînorî yên bakurê rojavayê Pakistanê.

Raportên li destpêkê radigihînin ku qamyon ajotîye nav cihê park kirinê yê hotela ku bi giştî gerîdeyên rojavayî, dîplomat, karbidest û siyasetmedarên bilind lê dimînin. Hin siyasetmedarên navçeyê û herwisa karbidestên Neteweyen Yekgirtî jî li hotelê bûne demê ku li derengê roja sêşemê ev teqîne qewimîye.

Neteweyên Yekgirtî piştrast kir ku du ji karmendên biyanî yên wê dinav kuştîyan de ne.

Şahid dibêjin wan pêşî dengê gulleyan seh kirîye û piştra jî dengê peqînek mezin hatîye.

XS
SM
MD
LG