Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dê navên kompanyayên ku bi Iraqê re peymanên niftê mor kirne bêne eşkere kirin



Wezîrê Niftê yê Iraqê Huseyn El Şahristanî ragihand ku dê navê şirketên ku bi Iraqê re peyman mor kirine da ku jêderên gaz û niftê bikarbînin li dawîya vê mehê bêne eşkere kirin.

Li Bexda di konferanseke rojnamevanîyê de wezîrî got dê li 29 û 30ê vê mehê navê kompanyayên ku destûra bikaranîna şeş bingehên niftê û du bingehên gazê wergirtîne bête eşkere kirin. Berî vê bi salekê 35 kompanyayên navnetewî jibo wergirtina destûra bikaranîna van jederan navên xwe xistibûn nav lîstê ku dinav de kompanyayên navdarên wek Exxon Mobil, Royal Dutch Shell û Chevron jî hene.

Di heman konferansê de peyivdarê hikumeta Bexda Alî El Debbax ji axift û firotina nifta ji alî Herêma Kurdistana Iraqê ve bo derve wek pêngavek erînî nirxand. Belê peyivdarî got heta ku ew peyman ji alî hikumeta navendî ve neyêne pesend kirin ew ne qanunî ne. Wî herwisa got ku xercîyên bo van şirketên ku dê li Herêma Kurdistan kar bikin ne ji alî hikumeta navendî lê belê ji alî hikumeta Herêmê ve bête dan.

Herêma Kurdistana Iraqê li rojên buhurî dest bi firotina van jêderan kiribû ku ji du heb bîran petrol û gazê derêxist û ji ser Turkîye derbaz kir û bo derve firot.


XS
SM
MD
LG