Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Inflewanza Beraza li çend welatêt dî li cihanê belave dibit


Karbiddest li Ercentîna dibêjin, zarokekê sava yê 3 heyvî jiber vayrosa inflewanza beraza mirye.Eve yekemîn kese ko li wî welatî jiber vê nexuşyê giyanê xwe ji dest didet.

Li rexêt dî li cihanê, karbidestêt saxlemiyê li Urdunê evro ragehand ko do kes li wî welatî vayrosa inflewanza beraza vegirtiye, ko do jinêt cihêlin û vê domahiyê ji derve vegeryayne welat.

Herwisa wezîrê saxlemiyê yê Qeter evro got ko li wî welatî do kesa ew vayros vegirtiye û got ko ew do kes ji Amerîka û Austria (Nemsa) vegeryayne Qeter.

XS
SM
MD
LG