Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok wezîrê Turkya û serokê hêzêt leşkerî kom dibin


Serok wezîrê Turkya komboneka neçaverêkirî digel serokê hêzêt çekdar yê Turkya kir piştî idîayêt hebona bizaveka wergêrana leşkirî dijî hikumetê.

Çi têbînî evro nehatne dan piştî kombona navbera serok wezîr Recep Teyip Erdoxan û serokê hêzêt leşkerî ceneral Ilker Başbug.

Alozî zêde boye li Turkya piştî rojnama Taraf heftîya borî peyamek belav kirî ko di got leşker yê nexşê dikêşin bo lawaz kirina partiya AK ya liser desthelatê û bizaveka olî ya hevalbend digel hikumetê.

Rojnamê got bo ko wê belgeyek heye ko mora efserekê bilind yê hêza deryaî lisere ko behsê nexşekê diket bo bikar înana ragehandina Turkya bo bênav kirna partiya islamî û têkdana wê.

Hêza leşkerî roja Dûşembî got vekolîneka berahiyê ko dadpirsêt wan kirye diyar kir ko çi ji ceneralêt wê ew belgenama behsê wê hatiye kirin amade nikirye.

XS
SM
MD
LG