Rêberê bilind yê Iranê, Ayetullah Alî Xamaney hişdarî da bizavkarêt hevrik ko xûnîşandanêt xwe liser cadan jiber helbijartina heftîya borî ya kêşe liser bidomahî bînin.
Di gotara xwe ya yêkî da piştî hilbjartina 12 heyva şeş, Ayetulla Alî Xamaney piştevanya serok Mehmoud Ahmedinejad kir û bi serkeftiyê misuger da nasîn. Wî gote rêberêt hevrik heke ew xûnîşandanêt xwe nerawestînin, dê hêne berpisyar kirin bo her alozkaryeka li paşerojê biqewmit.
Piştevanêt berbijarê serokatiyê yê neserkeftî Mîr Hossên Mousevî nizîkî hemo rojan xûnîşandan kirîne bo diyar kirna nerazîbona xwe beramberî encamêt helbijartina, ko bi gotina wan bi qezanca rêzdar Ahmedînejad fend û fêl têda hatîne kirin.
Di gotara roja Heynî da, Ayetullah Alî Xamaney berevanî li rewa bona dengdanê kir û gote nivêjkaran ko rêzdar Ahmedînejad 11 milîon deng pitir yêt înayn û cudahî di dengan da hind mizne ko dest tê werdan hatbite kirin. Wî herwisa hêriş kire ser wek wî gotiyê maytêkirna hêzêt biyanî ko encamêt dengdanê êxistiye ber pisyarê.
Ayetulla Xamaney li zanîngeha Tehran diaxift. Bi hizaran kes li zanîngehê û liser cadêt dewrober xirvebon ko hindik liwan dirîşm dan mirin bo Amerîka û mirin bo Brîtaniya.