Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîs û xwenîşander li nêzî parlamana Îranê bi hev ketin


Polîsê Îranê duhî li Tehranê pêşîya xwenîşanderan girt demê xwestin kom bibin jiber ku rêberê bilindê welatî pêda girtibû ku karbidest rê nadin bo hilbijartineke nû.

Şahid dibêjin polîs bi zorê bi sedan kesan ji hev belav kir yên ku di xwestin li nêzî parlamanê jibo xwenîşandaneke din ya nerazîbûna paş hilbijartinê kom bibin

Herwisa wan ji Dengê Amerîka û dezgehên ragihandinê yên din re got hêzên asayîşê gaza rondikrêj û baton û teqe kirin bo belav kirina xelkê bi kar anîye.

Di gotara xwe de li ser televizyona dewletê Ayetullah Alî Xamaney got ew li ser cêbicê kirina qanuna hilbijartinê pêda digre û "ne qanun ne welatê wan li jêr hîç buhayek naçe jêr sengîyê."

Medyaya ya Îranê roja sêşembîyê gotibû ku Civata Nîgahban encamên hilbijartina 12ê vê mehê hilnaweşîne.


XS
SM
MD
LG