Wezîra derve ya Amerîkî Hillary Clinton dibêjit renge Amerîka dawa toleyên tondtir dijî Îranê bike eger bizavên dîplomasiyên Amerîkî digel Tehranê serkeftî nebin.
Di hevpeyvînekê de digel Televizyona Globovision ya Venezuêla, birêz Clinton basê têkeliyên nêvbera Amerîka digel her yek ji Îran û Venezuêla kir.
Derbarê Îranê, wezîra derve got Îranê rêz li dîmokrasiya xwe negirt, wê amaje bi tepeser kirina xwenîşanderan ji layê Îranê ve da. Piştî ragehandina encamên helbijartina serokatiya Îranê û ragehandina serkeftina Mehmûd Ahmedînejad xwenîşandanên mezin li Îranê hatin kirin.
Clinton herweha got ku Amerîka aloz û perîşane biramberî bizava Îranê ji bo çêkirina çekên navokî û got ku ev bizave dê karvedaneka xirap hebe li ser tenahiya Rojhelata Navîn.
Îran bi berdewamî radigehînit ku bernama navokî ya wê ji bo berhem înana eliktirîkê ye.
Clinton got eger rêbaza Amerîka digel Îranê serkeftî nebe, renge Amerîka "dawa li cîhanê bike" toleyên tondtir dijî Îranê rabigehîne.