Rayedarên Çînî li hêrema Xinjiang ferman dane mizgeftên Uygurî li Urumqî ku roja Înîyê girtî bimînin. Armanca wê pengavê ev bû ku rê li dubare bûyîna tûndîya kujer li navbêra kêmanîya Uygurî û piranîya Çînî bigire.
Fermana hate dayîn ku mizgeft li tevahîya roja Înîyê bête girtin. Lê, jiber ku bawermend li ber kom bibûn, tevî ki hezên parastinê li kolanan digerîyan, hinek ji wan mizgeftan hatine vekirin.
Rayedar, piştî mirina 156 Çînî ku ji encama êrîşa Uyguran li dijî Çînîyan hatîbûn kuştin, bi hezaran hezên parastinê şandin Urumqî da ku aramîyê li wî bajarî bidest bixin.
Rûnîştîyên Çînî piştî dû rojan, bi kêrik, şiv, cop û çekên din derketin kolanan da ku tola xwe ji Uygurîyan hilînin. Heta niha, bi kemî ve 1434 kes hatine desteser kirin.