Breaking News

Helîkoptereka sivil li Afganistanê kefte xar û 16 kes hatin kuştin

Helîkoptereka sivil li Afganistanê kefte xar û 16 kes hatin kuştin û pênc kesên dî birîndar bûn.

Karbidestên NATO dibêjin ew helîkopter, ku li Rûsya hatiye çêkirin, demekê kurt piştî li bingehekê asmanî li Qendehar dest bi firînê kir kefte xar.

Karbidestên NATO bawer naken ku keftina wê helîkopterê ji encama hêrişa çekdaran buye.

Eve duwem haleta keftine xara helîkopteraye di demê heftîyekê de li Afganistanê.

Helîkotereka dî li cûrê MI-26 ya Rûsî roja sêşembî li herêma Helmend kefte xar û şeş kesên têda hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG