Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsrael  dawayeka Amerîka red diket


Hikûmeta balê rast ya Îsraelê bi tûndî rexnên Amerîka biramberî akincîgehên Cûhîyan red diket.

Serok wezîr Benjamin Netanyahu dawayeka Welatên Yekgirtîyên Amerîka ji bo ragirtina avakirina apartmentên Cûhîyan li Urşelîma Rojhelat red kir.

Birêz Netanyahu got Urşelîma yekgirtî paytextê gelê Cûhî û paytextê dewleta Îsraelê ye. Birêz Netanyahu got mafê Cûhîyaye li her cihekê Urşelîmê bijîn.

Li Washington, balyozê Îsraelê li wezareta derve ya Amerîkî hat gazî kirin û hat agehdar kirin ku pêtivîye pirojeka akincîbûnê li Urşelîma Rojhelat bêt ragirtin. Milyonêrekê Amerîkî xercîyên wê pirojê didet.

Felestînî dibêjin Urşelîma Rojhelat paytextê paşerojê dewletê wane û Amerîkî pirojên Îsraelî li wê deverê weke astengekê dibîne ji bo piroseya aştîyê.

XS
SM
MD
LG