Serbaz, zindanî, nexweş û karmendên nexweşxana dengên xwe diden berî hilbijartinên herêma atonomîya Kurdistana Îraqê li roja şembî.
Çaverê dihête kirin serokê nuke yê herêmê Mesûd Barzanî, rêberê Partîya Dîmokrata Kurdistanê, dubare wek serok bihête hilbijartin.
Herweha çaverê dihête kirin herdu partîyên serekî li herêmê, Yeketîya Niştîmanîya Kurdistanê bi rêberatîya serokê Îraqê Celal Talebanî û PDK, piranîya kursiyên perlemana 111-endamî wergirin.
Du milyon û nîv hevwelatiyên herêmê mafê dengdanê hene.
Li meha bûrî, herêma Kurdistanê dest bi hinartina neftê ji bo bazarên nevneteweyî kir, herçende kêşe û alozî nêvbera herêm û Bexda hene li ser dahatên neftê.