Karbidestêt Îraqê, Tirkîye û Amerîka li Enqere kom bun ji bo bas kirina hevkarîyê dijî serheldayêt Kurdêt Tirkîye ko bingehêt wan li bakora Îraqê ne.
Wezîrê navxwe yê Tirk Beşîr Atalay mihvandarîya kombûna roja sêşembî li paytextê Tirkîye kir. Karbidestê Amerîkî Steven Hummer û wezîrê parastinê niştîmanî yê Îraqê Şîrwan al Waylî niwênerîya welatên xwe di wê kombona da.
Pişikdaran behsê hevkarîyeka nêzîktir kirdijî hêzêt Partîya Karkerêt Kurdistanê PKK, ko bi rêkxistiyeka terorist tête nasîn ji aliyê Ankerave û gelek ji komela navneteweyî ve.
Cûdaxazêt PKK eve 25 sala şerî diken ji bo desthelateka Kurdî li başora rojhelata Tirkîye. Bi dehan hizar kes di van şer û pevçûna de hatîne kuştin.