Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates roja çarşemê piştî kombûna digel rêberên bilindên Iraqê, komandarên leşkerî yên Amerîkî û Iraqî, bi şêweyek erînî îşaret da ku dibe vekêşana hêzên Amerîka ji Iraqê bi leztir bibe.
Wezîr Gates demjimêrên dawî yên seredana xwe li Kurdistana Iraqê bi kombûna digel serokê herêma nîv-otonom, Mesud Barzanî derbaz kir
Tê ragihandin ku Wezîr bizav kirîye ku navberîyê bike linavbera rêberên Kurd û hikumeta navendî li Bexdayê ji bo kêşeya erdê Kerkuka bi niftê dewlemend.
Gates roja sêşemê gotibû ku Welatên Yekgirtî xwe amade kirîye jibo ku alîkarîyê bike bo çareser kirina kêşeyên erd û niftê yên ku Kurd û Ereb li serê li hev nakin.
Parlamana Iraqê heta niha serkeftî nebûye di çêkirina qanunekê de ku bi belav kirina jêderên niftê kêfa hem Kurdan û hem Ereban jî bîne.
Kêşeya li ser Destûra Kurdistanê ku li dawîya heftîyê ji dendgdanê hatibû derêxistin bûbû egera xemê bo Washington û Bexdayê. Nexşeya Destûrê daxwaza mafê niftê û gazê dikir ku kêşeyek bû bo hikumetea navêndî.