Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi hezaran Îranî berbayî fermana dewletê neketin û di behîya xwenîşanderan de beşdar bûn


Li duhî pêncşemê polîsên Îranê bi şerr û pevçûnê digel xwenîşandera li Tehranê çûn.

Bi hezaran xwenîşander fermanên hikumetê şikandine û çûne cihên cuda bo behîya wan kesên ku li tundûtûjîyên paş hilbijartinê hatibûn kuştin.

Şahid dibêjin polîsa bi dar û gaza rondikrêj êrîş kirîye ser xwenîşanderên ku kom bûbûn ku nêzîkî hezar kes bûn.

Televizyona dewleta Îranê ya bi navê Press TV got polîsa gaza rondikrêj bi kar înan da bi hezaran xwenîşander ji hev belav bikin li goristana Behişta Zehra.

Li Washington Wezareta Derveya Amerîka bikarînana hêzê bo jihev belav kirina xwenîşanderan wekî têkdanê şîrove kir.

Ew xwenîşandanên Îranî behîya 40 rojîya wan kesên ku li hilbijartinên Îranê yên serokatîyê hatibûn kiştin kirin ku çil roj derbaz bûye li ser mirina jina cihela Îranî ya bi navê Nadya Axa Sultan.


XS
SM
MD
LG