Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekgirtî dibêje mirina medenîyan li Afganistanê par 25% bilind bûye


Raporteke Neteweyên Yekgirtî dibêjitin mirina medenîyan li Afganistanê 25% di sala buhorî de bilind bûye û li nîva sala 2009ê 1000 medenî hatîne kuştin.

Desteya Alîkarîya Neteweyên Yekgirtî li Afganistanê dibêjitin milîtanên Talîban gunehbarin li hemberî mirina 60% ji wan medenîyan, piranîya wan bi bombên serrêka û hêrîşên xwekujî mirîne.

Hikumeta Afganî û hêzên nêvnetewî dîsa hatîne xetabar kirin bi hêrîşên firokan ku armancên xwe negirtine û bûne egera kuştina sedan kesan.

Duhî eynî raport hate belave kirin û dibêjitin milîtan gelek caran dinav medenîyan da bi mebest xwe binecih dikin heta medenîyan bêxine nav şerrî.

Meha heft xwînavîntirîn meh bû ji hêzên nêvnetewî re;ji sala 2001ê were 72 serbaz têde hatine kuştin û 43 Amerîkî û 22 Brîtanî ne.


XS
SM
MD
LG