Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka lêkolînê dike li ser wan gerîdeyên ku ji alîyê Îranê ve hatine girtin



Wezareta Derveya Welatên Yekgirtîyên Amerîka lêkolînê bi dîplomatên Swîsrê yên li Îranê dide kirin li ser agahîya medyaya Îranê ya ku dibêje sê gerîdeyên Amerîkî hatine girtin piştî ku bê destûr ketine nav welatê wan.

Televizyona dewletê El Alem roja şembîyê ragihandibû ku gerîde bi rêyeke ne qanunî ji ser sînorê bakûra Iraqê ketine nav welatî.

Karbidestên Herêma Kurdistana Iraqê li bakûr dibêjin du zilam û jinek roja înê bi peya çûbûn gerekê li nêzî sinor ku xuyaye derbazî nav Îranê bûne.

Karbidestên tenahîya Kurdistanê dibêjin gerîde pêywendî digel gerîdeyek din yê grupa xwe ya gerînê kirîye û gotîye piştî ew derbazî nav erdê Îranê bûne serbazên Îranê dor li wan girtîye.

Amerîkî li destpêka vê heftîyê gihîştibûn Erbîlê(Hewlêrê), paytextê Kurdistana Iraqê û li nêzî sînorê Îranê li seyrangeha çîyayî ya Ahmed Awa diman. Karbidestên Kurd dibêjin wan ji gerîdeyan re gotîye ku ew gelekî nêzî sinorê Îranê ne.

XS
SM
MD
LG