Medyaya ser bi dewleta Îranê desteser kirina sê hevwelatiyên Amerîkî piştrast kir û ragehand ku ew Amerîkî bi neqanonî ji Îraqê ve hatîne nav Îranê.
Wezîra derve ya Amerîkî Hillary Clinton dawa li Îranê kir pêzanînan li ser wan tûrîstên Amerîkî belav bike, ku bawer dihête kirin roja eynî li Îranê hatibin desteser kirin.
Birêz Clinton roja duşembî gote peyamnêran ku Amerîka bi rêka balyozxana Swîsre li Tehranê kar dike ji bo zanîna cihê wan Amerîkîyan û azad kirina wan.
Têkeliyên diplomatîk nêvbera Amerîka û Îranê nîne.
Berpirsekê parastinê li Herêma Kurdistana Îraqê, Hakim Qadir, dibêje ew tûrîstên Amerîkî diçûne sulavekê nizîkî tuxîvê nêvbera Îraq û Îranê, belê bi xeletî çûne nav Îranê.