Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî kirînê zêde kirine, mal têne firotin belê dahatîyên wan hêjta kêm e



Li dû ragihandineke Welatên Yekgirtî Amerîkî li demê ku dahatîya wan kêm bûye Amerîkî zêdetir kirîne û kêm berev kirîne. Di vê navê de bazara kirîna xanîyan berdewam nîşan dide ku ew berev başbûnê ve diçe.

Amerîkî li hember kêm bûna dahatîya wan zêdetir parê xerc kirine. Kem bûna dahatîyan 1.3% bûye ku dinav çar salan de tûjtirîn daketin e. Wezareta Bazirganîya Amerîka dibêje li meja Xizîranê Amerîkî xerc kirinê 1.4% zêde kirîne ku aborîzan çaverê dikirin ku ew dê jê hinek zêdetir biba.

Li van rojên dawîyê gelek Amerîkî pare li ser otomobîlên nû xerc kirine ku 1 milyar dolarên ku ji alî bernama federalî bo alîkarîyê hatibû dan pê hema nema bi dawî hatîye ku li dû vê bernamê hikumet 4500 dolaran dide xelkê di ber otomobîlên wan yên kevn de jibo ku yên nû û niftê baş bi kar tînin bikirin.

XS
SM
MD
LG