Di hevpeyvînekê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, hunermendê Kurd yê bi nav û deng Şivan Perwer li derheqa bûyera nexweş li Kenadayê dipeyive. Birêz Perwer, ji hevkarê me Robîn Reşvan re qala bûyerê dike û dibêje “hovîtîya polîsên Keneda, ne têne li dijî şexsê min e, lê li dijî tevahîya Kurdan e. Gelê Kurd bi wan dîmenên neheqîyê pir ecizbûn, loma jî hemî komêl, partî û rexistinên Kurdên Kenada, roja Şemîyê li pêş Parlamana Kenade dicivin ku vê yekê şermezar bikin”.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvîna taybet, fayla dengî ya alîyê rastê vê perê kilîk bikin .