Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi sedema hêrişeka xwekujî sê kes li Pakistanê hatin kuştin.


Karbidest li Pakistanê dibêjin bi sedema hêrişeka xwekujî li bajêrê Pîşawer roja yekşembî sê kes hatin kuştin û bi kêmî ve 15 kesên dî birîndar bun.

Karbidestên polîsî dibêjin renge ew peqîn peywendî bi kêşa nêvbera du giropên çekdarên hevrik hebe.

Giropa çekdariya Ansar-ûl Îslam, ku devera Xayber kontrol dike, dijayetiya giropa çekdariya Leşkerê Îslam dike. Di peqînekê de roja şembî li Pîşawer du endamên gumanlêkirî yên giropa Ansar-ûl Îslam hatin kuştin.

Bi layekê dî ve komandarekê Talîbanê li Pakistanê ragehand ku Hakimullah Mehsud yê 28 salî weke rêberê Talîbanên Pakistanê hat destnîşan kirin.

Komandar Mewlavî Feqîr Muhemed got Civata Talîbanê rêberêkê nu destnîşan kir çûnkî rewşa saxlemiya Beytullah Mehsûd zor xirape û nikare erkên xwe biceh bîne.

XS
SM
MD
LG