Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Rêbaza welatên rojava hemberî bernama navokî divêt bêt gûhertin


Îranê ragehand ku rêbaza welatên mezin hêzên cîhanê hemberî bernama navokî ya Tehranê divêt bêt gûhertin.

Peyvdarê wezareta derve yê Îranê roja duşembî got, rêberên rojavayê divêt pêdaçûnê bi sitratîcî ya xwe bikin jiber ku gemaroyên nêvneteweyî bernama navokî ya Îranê ranawestîne.

Ev ragehandina Îranê rojekê piştî daxuyaniyeka jêderên diplomasî ye li Vienna; jêder dibêjin Îranê rêk da lêvekolên Netewên Yekgirtî seredana navendeka navokî bikin.

Dîplomat dibêjin Tehranê li vê mehê rêk da lêvekolên Ajansa Hêza Atomî ya Nêvneteweyî, IAEA, seredana navenda navokî ya Arak bikin.

XS
SM
MD
LG