Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bizavê dike ji bo bicih înana toleyên N.Y. dijî Korêya Bakûr


Karbidestekê bilindê Amerîkî dibêje Washington bi nizîk ve digel Korêya Başûr kar dike ji bo bicih înana toleyên Netewên Yekgirtî dijî Korêya Bakûr.

Niwênerê Amerîka Philip Goldberg roja dûşembê got destpêkirneva ya bernamê Korêya Başûr ya torîsmê û firehkirina devereka karsazîyê li Korîya Bakûr, karvedan nabin li ser bicih înana toleyên Netewên Yêkgirtî li dijî Korêya Bakûr.

Rêveberîya Obama Goldberg dest nîşan kirîye ji bo rêxistina bicih înana biryara Civata Tenahîya Netewên Yêkgirtî jimare 1874. Ev biryare Pyongyangê siza dide ji ber taqî kirina çekên navokî li meha 5-Gulanê.

Herwisa ev biryare toleyên tund di êxîte ser Korêya Bakûr û rê didete berbend kirina kompanîyên kû tê bawer kirin girêdayî bernamên çekên Korêya Bakûr bin.

Li meha 4-Nîşanê, Korîya Bakûr dest ji danûstandinên navokî digel Korêya Başûr, Amerîka, Çîn, Rûsya û Japon berda. Goldberg dibêjît, renge kombûnên du alî dinav bera Amerîka û Korêya Bakûr bên kirin , lê bitinê li çarçûveya danûstandinên şeş welatî .

Fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG