Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Tarik Ziya Ekinci dibêje, Daxûyanîyên Başbûx yê vê Dawîyê, AKP’ê Xiste Rewşeka Xirab


Di hevpeyvîneka Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, sîyasetvan û rewşenbîrê Kurd Tarik Ziya Ekinci, li ser pêşketinên dawî li Tirkîye dipeyive û bersîva pirsên hevkarê me Robîn Reşvan dide. Birêz Ekinci dibêje, daxûyanîyên Serokerkanê Tirkîye Îlker Başbûx, xetên sor yên dewletê, carekî din anî pêş serokwezîr Erdogan. Başbûx jibo çareserîya pirsa Kurdî mafên şexsî pêşnîyar dike, ne yên netewî û civatî. Li gor van daxûyanîyan, ez bawer nakim hikûmet derheqa pirsa Kurdî de, dikane pengavên girîng û mezin bavêje. Pêşbînîya min ev e ku, hikûmet mafên biçûk wekî weşana televîzyona Kurdî, ferbûna Kurdî di dibistanên taybet de û hwd. bide Kurdan. Jibo min, mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî tiştê herî girîng e, çimkî hewce ye Kurd xwe perwerde bikin û ji cehaletê rizgar bibin.

Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, fayla dengî ya alîyê rastê vê perê kilîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG