Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alî û grupên siyasî yên Iraqê bizavê dikin ku berî hilbijartinê kêşeyên li pêşberî wan kêmtir bikin


Xwe amade kirina bo hilbijartinên giştî yên Iraqê we biryar e ku li destpêka sala bihet (16ê meha yek, 2010) bête kirin, sercem alî û grupên siyasî yên Iraqî li hevpeymanî û kombûnan deng dan bo pêşbirkeya bi destveînana piranîya kursîyên parlamana Iraqê.

Li hilbijartina sala 2005, çar lîsteyên bi hêz pêşbirkê dikir li ser şêwaza tîreyî û neteweyî û ilmanîyat(anku sekularîzm), weku Şî'a, Kurd û Sunne. Weku encama vê yekê hikumeta li Iraqê li ser vê binemayê linavbera Şî'a, Kurd û Sunneyan hate dabeş kirin.

Kêşeya vê carê linav her sê lîsteyên bihêzên siyasî yên Iraqê ye.

Alîyê Şî'a ku bûye du beş navbera ya ku Encumena Bilind serokatîya wê dike û ya din ku Hizba Dawa ya Malikî serokwezîrê Iraqê serokatîya wê dike.

Alîyê Kurdan jî heta niha dinavbera du berokan de xwe nîşan dide; yek jê alîyê derveyê desthilatê ye û ya duwê jî Hevpeymana Kurdistanî ye ku herdu partîyên bihêz tê de ne; PDK û YNK.

Alîyê sêyê jî girifta Beroka Tewafiqa Sunne tê de heye ku bi şêweyeke fermî Zafir'l Anî wek serokê nû yê berokê ragihandîye.

Li rewşa siyasî ya Iraqê di bizava hilbijartinê de xem ew e ku her alî bi xwe dê nikaribe bi tenê hikumetê pêk bîne ji ber wê yekê jî dibe ku hin hevpeymanî û listen din bêne danan.

Li ser nêzîkbûna Partîya Dawa digel alîyê Kurdan Hesen Sinêf parlamantar û peyivdarê Hizba Dawa di derbarê vê yekê de dibêje bizavên wan berdewamin û li paşerojê de dê ew yek ronîtir bibe.

Gelî guhdaran heke bixwazin li dirêjahîya vê raportê guhdarî bikin ji kerema xwe guh bidine bernama 9ê sibehê linav nûçeyên rojane li ser rûpela me ya bi nave Audioyên Kurdî.

XS
SM
MD
LG