Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rapirsiyên paş hilbijartinê nîşan didin ku Partîya Demokrat li Japonê serkeftînê bi dest ve înaye


Biryar e Partîya Demokrat a opozisyona Japonê dest bi danûstandinan biket jibo pêkînana hikumeta nû, piştî bîr û raywergirtinên paş hilbijartinê nîşan didin ku ew partî serkeftîneka mezina dîrokî li hilbijartinên parlamanî ya evro yekşembî tomar kirîye.

Eger encamên fermî herwekî bîr û raywergirtinên medyayê bin, desthilata 50 salî ya Partîya Demokrata Lîberal LDP, bi dawî têt.

Torên telefizyonên Japanê pêşbînî diken DPJ, 300 bo 321 kursîyan li Civata Jorî ya 480 endamî li parlamanê bi destve bînît.

DPJ nuke 12 kursî hene. Li dû raywergirtinên giştî, aborîya sist û pirsa pîrbûna hevwelatîyên Japonê jimareke zora dengdana li partîya LDP li serokwezîr Taro Aso dûrêxist.

DPJ berî hilbijartina Civata Jêrî ya parlamanê control kiribû û piştevanîya partîyên biçûktir û serkeftina wê li Civata Jorî rêkê xwoş diket rêberê DPJ Yukio Hatayama dibîte serokwezîrê nû yê Japonê.

XS
SM
MD
LG